Madûro: Modela me ya hilberînê ne serketî ye

Serokkomarê Venezûelayê Nîcolas Madûro li xwe mikur hat ku modela wan a hilberînê ne serketî ye.

Serokkomarê dewleta ku bi sosyalîzmê tê birêvebirin Madûro, êvara Duşemê li kongreya Partiya Sosyalîst a Yekbûyî axivî ku li Venezûelayê desthilatdar e.

Madûro got, "Modelên hilberînê ku me heta niha ceribandine, ne serketî ne. Em, ez, tu ji vê berpirsyar in."

Madûro got, "Êdî bes e ji girî û liberxweketinê" û wiha dewam kir: "Êrîşa derve bibe nebe jî divê em hilberîna xwe û Venezûelayê bikin hêzeke aborî."

Hikumeta Venezûelayê gelek çavkaniyên bingehîn ên aboriyê mîna pola, beton û bi sedan şîrket kir malê cemaweriyê.

Li gorî Fona Pere ya Navneteweyî (ÎMF), enflasyona li Venezûelayê îsal dibe ku bibe 1.000.000 (Milyonek). Tê texmînkirin ku 18 ji sedî yê hatineya milî ya navxweyî têk biçe.

Madûro got, "Ji bo em aram bibin, pêwîstî bi du salan heye."