Macron xwest rojnamevanê girtî yê Fransiz were berdan
Fransa ya ku li hemberî pêkanînên faşîzan ên li Tirkiyeyê ji zû ve ye bêdeng e, ji bo rojnamevanê girtî nerazîbûn nîşan da.
Fransa ya ku li hemberî pêkanînên faşîzan ên li Tirkiyeyê ji zû ve ye bêdeng e, ji bo rojnamevanê girtî nerazîbûn nîşan da.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron telefonî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir.
Macron xwest ku bila rojnamevan Loûp Bûreaû serbest were berdan.
Macron di 15’ê Tebaxê de jî ji bo rojnamevanên girtî bi telefonê fikarên xwe diyar kiribû.
Serîlêdana parêzeran a ku ji bo rojnamevanên girtî serbest were berdan, roja Înê hatibû redkirin.
Rojnamevanê 27 salî ji 1’ê Tebaxê û vir ve girtiye. Rojnamevan bi endamtiya PKK’ê tê darizandin.
Loûp Bûreaû ji bo TV5 Monde û Arteyê dixebitî. Ji ber ku wêneyên YPG’ê bi wî re hebûn di 26’ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin.l