Macron wê hewl bide Trump di mijara Îranê de îqna bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir, ew dixwaze Serokê DYE'yê Donald Trump îqna bike ku dest ji hin pêkanînên li dijî Îranê berde.

Macron wê li Japonyayê di civîna bilind a G20 de ku wê Înê pêk were bi Trump re rûnê.

Macron dema ku bi trenê ber bi Kyoto ve diçû bersiv da pirsên rojnamevanan. Serokkomarê Fransayê Macron got, ew dixwaze Trump îqna bike ku dest ji hin biryarên pêkanînê berde ku ev yek bibe şensek ji bo hevdîtinan û derî li pêvajoya hevdîtinê veke.

Macron anî ziman, ew dixwaze dest bi karekî bike, di mijara nukleerê de bi hev re der barê rêbazan de biaxivin û got, "Divê em der barê Îran, Yemen û Sûriyeyê biaxivin, çend mehan demê bidin xwe."