Macron li parlamenterên YE’yê re li ser dahatuya YE’yê axivî

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parlamena Ewropayê ji edede der 2 saetan bi parlamenteran re dahatuya YE’yê gotûbêj kir.

Di nîqaşan de, ya li Parlementoya Ewropayê bi sedema ku Fransa, DYA û Ingilîstanê Sûriye bombe kiriye, rexne hatin.

Di nîqaşan de her wiha hate gotin çima li bara dagirkriya Tirk a li Efrînê bêdeng mane.

Macron li ser dahataya YE’yê got, ‘’Heke em bibêjin bi dûristina nirxên xwe em ê bikaribin demokrasiyê bi pêş ve bibin ev ê me bibe rêyeke şaş.’’

‘BAWERIYA MIN BI OTORÎTEYA DEMOKRASIYÊ TÊ’

Macron di axaftina xwe de got li dijî otorîteriya ku xwe li ber deriyê wan xistiye ew baweriya xwe ne bi demokrasiya otorîter lê bi otorîteya demokrasiye bawer dike û dema ku behsa otorîteriyê kir jî, tiliya xwe bi Tirkiye, Rûsya, Polonya û Macarîstanê ve kir.

Macron her wiha got li ti deveradinyayê dilsoziya bi azadî, demokrasiye û mafên wekhev tine û divê ew qîmetê vê zanibi. Macron diyar kir ku pêdiviya gelên Ewropayê ne bi pedagojiye lê bi projeyeke nû, bi serweriyeke wiha heye ku di ser serweweriya neteweyan re ye.

JI BO ‘ŞEREF’A NAVNETEWÎ LI SÛRIYÊ XISTIYE

Li ser rexneyên li destwerdana leşkerî ya li Sûriyê jî got, ‘’Sê welatan dest lê werda û jidil dibejim, ji bo şerefa qada navnetewî ev hate kirin.’’