Di çarçoveya sozên Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ên reformên lîberal de, alîkariya dewletê bê rakirin, ku ku di berdêla girtina kar a bi sed hezaran mirovên bê kar de tê dayin. Ji bo kêmkirina prîmên sîgortayên karker û komeleyên herî kêm salekê betal dimînin, di navbera wan û şîrketan de heta salekê peyman hatibû îmzekirin. Ev peyman piştî îsal, tê betalkirin. Li welatê Fransayê her çend komele, rêveberên herêmî, dibistan û kooperatîf li dijî vê yekê derkevin jî pêkanîna 'CUI' ku salê di navbera 2 -3 milyar euro de maliyeta wê heye wê sala li pêş me ji holê bê rakirin.
BACA ŞÎRKETAN WÊ BÊ KÊMKIRIN
Serokkomar Macron û hikumeta wî ku alikariya ji bo girtina kar rakir, bi biryar e ku baca saziyan a li ser hatineyên şîrketan tê hesabkirin, kêm bike.
Hikumet dixwaze, baca 33 ji sedî ya ji şîrketan distîne, piştî sala 2022'an daxîne 25 ji sedî. Weke gava yekemîn jî, wê sala 2018'an vê baxê daxîne 28 ji sedî. Ev rêje ji bo şîrketên ku kara wan herî kêm salê 500 hezar euro derbas dibe.
Halbûkî, rêjeya 28 ji sedî ya bacê, di serdema Françoîs Hollande de ji bo şîrketên kara wan a zelal di binê 75 hezar euro de bû, hatibû destnîşankirin.
Hikumet, wê piştî sala 2019'an ji bo şîrketên ku hatineya wan herî kêm 500 hezar euro ye bacê daxîne 31 ji sedî, sala 2020'an jî bike 28 ji sedî. Ev rêje wê sala 2021'ê bibe 26,5 û sala 2022'an jî bibe 25 ji sedî.
Ev pêkanîn ji bo şîrketên ku kara wan a salê herî kêm 38 hezar û 120 euro be jî wê baca saziyan a 15 ji sedî weke xwe bê parastin.