Macron heft welatan li Korsîkayê dicivîne: Mijar Tirkiye ye

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, heft welatên li başûrê Yekîtiya Ewropayê, li girava Korsîkayê dicivîne. Civîn wê roja Pêncşemê pêk were û mijara wê jî krîza ku Tirkiyeyê li Rojhilatê Derya Spî afirandiye.

Ev civîna bilind a nefermî, ji sala 2016'an ve cara heftemîn e tê lidarxistin. Rêveberên Fransa, Îtalya, Spanya, Portekîz, Yewnanistan, Qibris û Malta tevlî dibin. Civîn yekemcar li Fransayê pêk tê. Par li Maltayê hatibû lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee, di vê civîna bilind a çend saetan de wê bi giranî pirsgirêkên li Derya Spî bên nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev welatên weke MED7 tên binavkirin, "Di mijara pêşvebirina herêmê û serweriyê de ji bo avakirina dînamîka hevkariyê ya nû xwedî heman îradeyê ne."

Civîn weke amadekariya civîna Konseya Ewropayê ya 24-25'ê Îlonê ya li Brukselê tê dîtin. Rojeva bingehîn a civîna konseyê jî wê Tirkiye be.

Di destpêka civîna bilind de ya li Korsîkayê wê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs li hev bicivin.

Fransa ji bo piştgiriyê bi Yewnanistanê du keştiyên şer û du balafirên şer şandibû herêmê.