Macron gote Putîn, 'dest li Kurdan nede!'

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re axivî û xwest ku dest li Kurdan nede.

Li gorî rojnameya Le Parîsîen, Çarşemê, têkilî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Serokdewletê DYE'yê, Serokê Fransayê Macron bi telefonê bi Vladîmîr Pûtîn re axivî.

Li gorî nûçeya ku xwe dispêrê Qesra Elysêe Macron di vê hevdîtinê de gotiye, divê Kurd werin parastin.

Li gorî daxuyaniya Qesra Elysêe Serokkomarê Fransayê gotiye, ''Divê mirov  ji hemû bêaramîkirinên nû ku wê were lîstika terorîstan xwe dûr bigire''.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Li ser wê hate rawestin ku di serî de Kurd hêzên hevalbend ên koalîsyonê, divê mirov  têkoşîna wan li dijî terora îslamî hesab bike û berevaniyê li wan bike.''

Piştî biryara Trûmp a vekişînê Serokomariya Fransayê sê rayedarên ji Federasyona Bakurê Sûriyê vexwendibû Qesra Elysêe û hevdîtin çêbûn. Şandeya Rojava û Bakurê Sûriyê ji Fransayê desteka dîplomatîk xwestibûn.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk sersalê gef xwaribû û gotibû wê ne sûdewar be ku Fransa li Sûriyê hebûna xwe ya leşkerî bidomîne û destekê bide YPG'ê. Rayedarên Fransî li ber raya giştî ti bersiv nedabûn vê gefa Tirkan.