Macron: Çekên kîmyawî hatiye bikaranîn

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron anî ziman ku di destê wan de delîlên xurt hene ku rejîma Sûriye 7’ê Nîsanê li Dûmayê çekên kîmeyewî bikaraniye.

Macron got: “Di destê me de delîlên bi hêz hene ku beriya niha bi hefteyek an deh rojan ji aliyê rejîma Esad ve çekên kîmyewî hatiye bikaranîn.”

Tê îdîakirin ku 7’ê Nîsanê ji ber bikaraîna çekên kîmyawî ya li Dûmayê nêzî 40 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hikûmetên Rojava rejîma Şamê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî sûcdar dike. Sûriye, li gel Rûsya û Îranê diyar dikin ku ev komployeke. Îdîayên êrîşên kîmyewî ji bo bi rêyên serbixwe pirtrastkirina wê ne mimkûn e.

Macron ê ji kenalê TF1’ê re axivî wiha got: “Di dema nirxandinên me hate kirin ku em ê li qadê bi qasî pêwîst bandor û sûdê bibin de em ê biryar bidin”, têkildarî dem agahiyek zelal nehate dayîn. Macorn di daxuyaniya roja Sêşemê kirî de dabû diyarkirin ku wê rojên pêş biryara bidin.

Serokkomarê Fransa got: “Divê rejîm çekên xwe yên kîmeyewî tine bike” û wiha pêde çû: “Piştî ku hemû agahî hatin lêkolînkirin û şûnde” îşaret bi wê yekê da ku dibe êrîş pêk were.

Hişyariyên êrîşê ji bo Rûsya û rejîma Sûriyeyê da, diyar kir ku ji xwe li herêmên mijara gotinên wê hê bêhtir bêistiqrariyê û encamên giran bi xwe re bîne.

Herî dawî Macron wiha got: “Fransa bi ti awayî ziyanê nade aramiya herêmê, rê nade nakokiyên cuda. Lê rê nadin ku rejîm ‘her tiştî bike’”.