Macarîstan pîvana dewleta hiqûqê ya Yekîtiya Ewropayê pûç dike

Li gel biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê, Macarîstan û Slovakya bi qebûlnekirina penaberan re Yekîtiya Ewropa ji aliyê hiqûqî ve ditevizînin.

Li gorî biryareke Yekîtiya Ewropayê, ku sala 2015'an hate dayin, piraniya wan Sûriyeyî diviyabû 160 hezar penaber di nava welatên endam de bihatina parvekirin.

Lê belê hikumetên Macarîstan û Slovakyayê ev biryar bi cih neanîn û ji bo pêşî li hatina penaberên din bigirin, sînorên xwe girtibûn.

Her du welatan, pêkanîna kontenjana penaberan birin ber destê Dîwana Edaletê û ev serlêdana wan nehatibû qebûlkrin. Hikumeta Slovakyayê ragihand, ku ew vê biryarê rast nebîne jî, qebûl dike. Hikumeta Macarîstanê biryar weke 'bê berpirsyarî û rê li ber hêrsê vedike' nirxand.

Wezîrê Karên Derve Peter Szîjjarto anî ziman, ku biryar siyasî ye û îdîa kir, ku ewlekarî û paşeroja Yekîtiya Ewropayê dixe nava rewşeke xetere.

Hikumeta Macarîstanê ya bi serokwezaretiya Vîktor Orban, ku havîna 2015'an di dema koça penaberan de sînorên xwe girt, bi vê helwesta xwe re tehdê li Yekîtiya Ewropayê dike. Ji ber vê helwesta Macarîstanê, rîsk heye ku sîstema hiqûqê ya Yekîtiya Ewropayê pûç bibe.

Hiqûqnasên Ewropî hişyariyê didin û dibêjin, qebûlnekirina biryarên Dîwana Edaletê bi rengekî kêfî ji aliyê welatên endam ve, 'pîvana dewleta hiqûqê pûç dike'.