MÎT'ê şopand, Elmanyayê doz vekir!

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, di doza darizandina 10 endam û rêveberên ATÎK'ê de, belgeya ji 15 rûpelan a aliyê MÎT'ê ve hate şandin, tevî dijberiya parêzeran jî weke delîl li dosyayê hate bicihkirin.

Di vê belgeyê de, ku ANF'ê xwe gihande detayên wê, ev not li ser heye; "Ev agahî di encama karê îstîxbaratê de hatine bidestxistin". Tevî vê yekê jî li dosyayê hate bicihkirin. Ev belge nîşan dide bê MÎT li Elmanyayê çawa dixebite.

10 endam û rêveberên Konfederasyona Karkeran a Tirkiyeyî (ATÎK), ji "Endametî û rêveberiya rêxistina TKP/ML" tên darizandin. Rûniştinên vê dozê, wê di meha peş de saleke xwe dagirin. Ev doza li Dadgeha Bilind a Eyaleta Munchenê tê dîtin, di heman demê de mezintirîn doza siyasî ya komî ya salên dawî li Elmanyayê ye.

Aktîvîst û siyasetmedarên Tirkiyeyî, ku bi operasyonên hevpar ên polîsên Elmanya, Fransa, Swîsre û Yewnanîstanê hatin girtin, bi 'endametiya rêxistina terorîst' tên sûcdarkirin. Hin ji bersûcan penaberên siyasî ne, ku ji ber îşkenceya giran a li Tirkiyeyê li wan hatiye kirin xwe il Elmanyayê girtine û daxwaza wan a penaberiyê hatiye qebûlkirin.

ELMANYAYÊ JI BO DOZÊ PIŞTGIRÎ JI TIRKIYEYÊ XWESTIBÛ!

Der barê bersûcan de, ku zêdeyî du sal in girtî ne, derket holê ku beşeke girîng a agahiyên ku dozgeriya federal a Elman daye hev, ji Tirkiyeyê hatine şandin. Dozgeriya federal di sala 2006'an de, li gelemperiya Elmanya û Ewropayê di bin navê 'xebatên TKP/ML' de lêpirsînek vekir. Bi vê armancê, dozgeriyê di sala 2008'an de alîkarÎ ji Tirkiyeyê xwest.

Rayedarên dadgeriya Elman, der barê xebatên TKP/ML ên li Tirkiyeyê û li derveyî welat, agahî ji hikumeta Tirk xwestin. Roja 17'ê Nîsana 2013'an jî, bi îmzeya midûrê berê yê şaxê têkoşîna li dijî terorê ya Emniyeta Stenbolê Omer Kose, belgeyek ji 15 rûpelan ji dozgeriya federal a Elman re hate şandin. Piştî şandina vê belgeyê, lêpirsîna ku bi salan e lawaz e, ji nişka ve hate lezandin. Piştî wextekê jî girtinên navborî dest pê kirin.

Belgeya ku di encama şopandina endam û komeleyên ATÎK'ê yên li Elmanyayê ji aliyê MÎT'ê ve hate amadekirin, li dosya dozgeriyê ya doza li Munchenê hate bicihkirin. Belgeya ku di navbera rûpelên 257 û 272. a dosyayê de cih digire û ANF'ê xwe gihande agahiyên wê yên berfireh, radixe pêş çavan bê Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Elmanyayê çawa tên şopandin.

MÎT'Ê ŞOPAND, ELMANYAYÊ DOZ VEKIR!

Belge bi zimanê Tirkî hate şandin û bi Elmanî hate wergerandin. Di rûpelan 7. a belgeyê de tevî ku nota "Ev agahî di encama xebata îstîxbaratî de hatine peydakirin" heye jî, dozgeriya Elman karê îstîxbaratê yê MÎT'ê li Elmanyayê ji nedîtî ve hat û belge weke delîlekê li nava dosyayê bi cih kir. Di belgeyê de tê gotin, li Elmanyayê 700-800 kadroyên TKP/ML hene û bi rengekî berfireh lîsteya komeleyên ATÎK'ê tê eşkerekirin.

Di belgeyê de tê dîtin, 10 komeleyên ATÎK'ê û 16 endam û rêveberên ATÎK'ê yên li Elmanyayê dijîn, ji aliyê MÎT'ê ve ji nêz ve tê şopandin. Di lîsteyê de navnîşanên rêveberên ATÎK'ê û nûmarayên wan ên telefonê jî hene. Her wiha nûmarayên wan ên nasnameya TC jî tê eşkerekirin.

DADGEHÊ EV BELGE JI NAVA DOSYAYÊ DERNEXIST

Di rûpela 13. a belgeya navborî de wiha tê gotin, "Di encama xebatên me yên îstîxbaratî de hatiye tespîtkirin, ku kesên navê wan derbas dibe, xebatên rêxistina terorê TKP/ML ên li Elmanayê organîze dikin." Ji bo ev belgeya ku raporeke îstîxbaratê ya MÎT'ê ya li Elmanyayê ye ji dosyayê were dexistin, parêzerên parastinê serî li dadgehê dan. Lê belê hat hînbûn ku heyeta dadgehê belge hê ji dosyayê dernexistiye.

Li ser vê yekê, parêzeran serî li Serdozgeriya Federal a li Karlsrûheyê dan û gilî kirin. Di gilînameyê de ku îmzeya 8 parêzeran il binî ye tê ragihandin, heyeta dadgehê û dozgeriya li Munchenê, agahiyên rêxistineke îstîxbaratê ya binyanî ku bi rengekî îllegal li Elmanyayê kom kiriye, cidî dîtine û bi vî rengî sûc kirine. Cihê meraqê ye, bê Serdozgeriya Federal li ser vê belgeyê biryareke çawa bide.

Rûniştina di dorê de ya dozê, wê roja Înê pêk were. Tê plankirin ku ev rûniştinên dozê heta meha Îlonê bidome. Di dozê de Muslum Elma, Seyît Alî Ûgûr, Haydar Bern, Erhan Akturk, Mûsa Demîr, Banû Buyukavci, Sînan Aydin; Samî Solmaz, Mehmet Yeşîlçali û Denîz Pektaş bi îdîaya "endametî û rêveberiya rêxistina TKP/ML" tên darizandin.

Agahiyeke din a balkêş ew e, midûrê berê yê şaxê têkoşîna li dijî terorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê Omer Kose, ku belgeya naborî ji dozgeriya Elman re şandiye, di 22'ê Tîrmeha 2014'an de ji ber "endametiya FETO" hatiye girtin.