Londonê biryara ji bo Julian Assange radestî DYE were kirin, îmze kir

Hikûmeta Îngilîstanê biryara radestkirina damezrînerê WikiLeaksê Julian Assange ji bo DYA’yê îmze kir. WikiLeaks ji bo azadiya çapemeniyê ev roj weke "rojeke reş" bi nav kir.

Julian Assange yê 50 salî yê Awistralyayî ji ber eşkerekirina belgeyên nepenî ji aliyê Emerîkayê ve tê dibe hedef.

Hikûmeta Îngilîstanê biryara radestkirina Assange bo Emerîkayê îmze kir. Dadweriya Îngilîstanê jî di 20’ê Nîsanê de ji bo radestkirina Assange bo Emerîkayê erê kir. Wezîrê Karên Hundir Priti Patel vê Îniyê biryar îmze kir.

Assange ji Nîsana 2019’an vir ve li Îngilîstanê girtî ye. Assange ku li Awustralya yê ji dayik bûye, heke bê rades kirin rîsk heye ku 175 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Assange ji ber belavkirina bi hezaran belgeyên veşartî yên têkildarî sûcên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li Iraq û Afganistanê ji hêla Dewletên Yekbûyî ve bi "sîxurtiyê" tê tawanbarkirin.

Alîgirên Assange, li hemberî vê dozê weke êrîşeke giran a li dijî azadiya çapemeniyê bertek nîşan didin.

WikiLeaks ji sala 2010’an vir ve zêdeyî 700 hezar belge weşandine.

WikiLeaks di daxuyaniya xwe de diyar kir ku biryara radestkirinê ji bo azadiya çapemeniyê rojeke reş e.

Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku Julian Assange dê îtîrazê li biryarê bike. Divê îtîraz di nav 14 rojan de bê kirin.