Lobîkarên AKP’ê ziyan da Partiya Hawirdorparêz
Li Swêdê, partî û komeleyên ku lobiya AKP’ê, Erdogan dikin nefilitîn û li pey hev derb li wan dikeve.
Li Swêdê, partî û komeleyên ku lobiya AKP’ê, Erdogan dikin nefilitîn û li pey hev derb li wan dikeve.
Federasyona Komeleyên Karker ên Tirk a Swêdê ya ku lobiya AKP’ê dike û li dijî Kurd, Ermen, Asûrî-Sûryaniyan çalakiyên provaktîf dike îflas kir û qeyûm hate ser federasyonê. Partiya Hawirdorparêz Keskan jî ku deriyê xwe ji Îslamiyên tundrew re vekir û lobiya AKP’ê dike, derbeke giran xwar.
Encamên sehkirina raya giştî ya ku di van demên dawî de hatin kirin, derxiste holê ku Keskan ku di hilbijartina 2014’an de ji sedî 7 ê dengan standibû, ketiye bin ji sedî 4’an û di bin bendê de ma ye.
PAR 3 HEZAR KESÎ JI PARTIYÊ ÎSTÎFA XWE DABÛ
Li gorî nûçeyên çapemeniya Swêd, piştî ku 2016’an têkiliya Wezîrê Bajarvaniyê Mehmet Kaplan û Serokê Duyemîn ê Federasyona Komeleyên Karkerên Tirk a Swêdê Barbaros Leylanî ku gotinên wan ên têkildarî "Millî Goruş" (Ramana Millî), Ulku Ocaklari (Ocaxên Millî) û gotinên kînê yên li dijî Ermenan derkete holê 3 hezar kesî ji endamtiya partiyê îstîfa kir.
Piştî ku Kaplan ji peywirê hate standin bi demekê Hevserok Asa Romson jî neçar mabû ku îstîfa bike.
Partiya Hawîrdorparêz a Keskan jî ku 2014’an 20 hezar û 214 endamên wê hebûn, di van 2 salên dawî de sedî 30 endamên wê ji partiyê derketin.