Li Zelandaya Nû volkan teqiya, 5 kes mirin

Li Bakurê Zelandaya Nû volkana bi navê Whîte Island teqiya, herî kêm 5 kes mirin.

Serokwezîr Jacînda Ardern li Wellîngtonê daxuyanî da û diyar kir ku dema volkan teqiyaye gelek tûrîst li giravê bûne û wan şopa hin tûrîstan winda kirine.

Polîsan diyar kirin dema ku volkan teqiyaye 50 kes li derdorê hebûne.

Ajansa rêveberiya neteweyî ya rewşên lezgîn diyar kir ku teqandina volkanê ‘bi pîvan’ bûye. Ji ber pijiqandinê dûman ji gelek dûr ve jî hate dîtin.

Whîte IslanD 70 ji sedê wê di bin avê de ye û volkana herî aktîf a Zelandaya Nû ye. Her sal 10 hezar tûrîst tên vê derê.

Herî dawîn di sala 2016’an de ji volkanê lav pijiqîbû.