Li Yewnanîstanê paketa teserûfê ligel protestoyan hate qebûlkirin

Tevî ku bi rojane li Yewnanîstanê grev û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin jî, 'paketa teserûfê' ya ku Yekîtiya Ewropa û IMF ferz dikin, li parlamentê hate qebûlkirin.

Di dengdanê de, paketa teserûfê ya navborî li hemberî 128 dengên dijber, bi 153 dengên 'erê' hate qebûlkirin.

Tevî partiya Syrîza 'çep' a bi lîderiya Serokwezîr Aleksîs Çîpras, endamên Anelê, ku hevparê koalîsyonê ye, destek dan paketê.

17 endamên partiya rastgiriya tund a bi navê Berbanga Zêrîn jî di dengdanê de bê alî man.

Di dema dengdanê de li derdora parlamentê çalakî hatin lidarxistin û polîs û xwepêşandêr bi hev ketin.

Paketa navborî, ku bû sedem grevên giştî û çalakiyên mezin ên protestoyî rû bidin, di berdêla krediyên Fona Pereyan a Navneteweyî û saziyên din ên krediyê de, daxwaza teserûfa ji 4,5 mîlyar Eûroyî tê kirin. Bi vê paketa nû re mafên teqawîtan ên kêmkirin û li gelek sektoran bac tê zêdekirin.