Li Yewnanîstanê polîsan li dijî du şebekeyan operayson kirin û 20 qaçaxçiyên mirovan binçav kirin.
Operasyona li Yewnanîstanê li dijî du şebekeyên li qada navneteweyî bazirganiya mirovan dikin hate kirin. Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên Yewnanîstanê polîsan avêtin ser mal û kargehên endamên şebekeyan û 20 kes binçav kirin.
Rayedarên hikumeta Yewnan li ser operasyonê agahî dan çapemeniyê û ragihandin, ku kesên hatine binçavkirin bi salane pasaport û nasnameyên sexte çêdikin û koçberan dibin welatên rojavayê Ewropayê.
Tê gotin, bazirganên mirovan beşek ji koçberan weke tûrîstan bi pasaportên sexte, beşeke ji wan jî ji rojavayê Yewnanîstanê bi botan şandine Îtalyayê. Polîs li ser têkiliyên şebekeyan bi Tirkiyeyê re disekinin û tespît kirin ku koçberan sînorê Tirkiye-Yewnanîstanê bi kar anîne û bi vî rengî derbas bûne.
Di nava endamên şebekeyan de welatiyên Tirk, Yewnan, Sûriyeyî û Arnavût jî hene. Polîsan ragihandin ku şebeke bi taybetî botên bi kêr nayên bi kar tînin û ji ber vê yekê jî rê li ber mirina gelek koçberan vekirine.
EV DU SAL IN HÊZÊN DERYAYÎ YÊN ELMAN LI EGE'YÊ LI SER KAR IN!
Di vê nvaberê de, fîkateyna hêzên deryayî yên Elman a bi navê "Mecklenbûrg-Vorpommern", ku bo li derya Egeyê pêşî li qaçaxçitiya mirovanb igirin ji sala 2015'an û vir ve wezîfeyê dike. Li gorî hejmara ku artêşa Elman eşkere kir, di nava du slaên dawî de 110 bazirganên mirovan hatine girtin û radestî polîsên Îtalyayê hatine kirin.
Hat ragihandin, ku hêzên deryayî yên Elman li derya Egeyê operasyon li 400 botên ku koçber tê de bûn kirin. Li bendê bû ku bi hatina zivistanê re wê hejmara koçberên ji Tirkiyeyê berê xwe didin Ewropayê kêm bibe, lê belê balkêş e di nava du rojên dawî de zêdetir bûye.
Di nava du rojên dawî de bi qasî 300 penaber gihîştin girava Hîos a Yewnanîstanê. Tîmên Frontexê ku di çarçoveya parastina sînorên Yekîtiya Ewropayê kar dikin, 49 penaber ji mirinê rizgar kirin. Di heman demê de 15 koçber li Kalolîmnosê hatin rizgarkirin.
Li gorî daneyên dawî yên Konseya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR), hejmara penaberên ku di nava sala 2017'an de bi rêyên qaçax ji derya Egeyê xwe bigihandin Ewropayê 148 hezar e. Saziyên navneteweyî jî tespît kirin ku îsal 2800 penaber li deryayê xeniqîne.