Li Yewnanistanê ji ber lehiyê hejmara miriyan gihişt 7’an
Li Yewnanistanê ji ber lehiyê hejmara miriyan gihişt 7’an û xebatên rizgarkirinê dewam dikin.
Li Yewnanistanê ji ber lehiyê hejmara miriyan gihişt 7’an û xebatên rizgarkirinê dewam dikin.
Ji roja Sêşemê heta roja Pêncşemê li Selanîkê baranên bi tund bû sedem ku lehî rabe.
Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê rayedaran ve hatî dayîn, di nava 24 saetên dawî de cenazeyê sê kesên din hatin dîtin ku du ji wan jinên bi temen ên nêzî 80 salî û yek jî mêrekî 69 salî ye.
Bi piştgiriya artêşê jî tîmên rizgarkirinê li Selanîkê li gelek gundan kesên ji bo rizgarkirina bi sedan kesan, hewldanek mezin didin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 7’an.
Di operasyonên rizgarkirinê de helîkopter û bot jî tên bikaranîn. Li gorî dîmenên derketine, li gundê Palamasê kolan û mal di bin avê de mane. Fikar heye ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.