Li Yewnanîstanê hejmara miriyan bû 88 kes

Bîlançoya şewata herêma paytexta Yewnanîstan Atînayê ku ev çend roje didome giran dibe. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn bûn 88 kes.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê herî dawî kesekî temenê wî 40 salî li nexweşxaneya ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din hate ragihandin ku nêzî 10 birîndar rewşa wan giran e.

 Li gorî bîlançoya nû 88 kesan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane. Di nava wan de 3 zarok jî hene. Ji van 2 cêwî ne. Mirina zarokan ya li herêma turîstik Matî yê li tevayî welat bû sedemê xemgîniyê. Wêneyên zarokan di hemû medyayan de cih girt.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîpras berpirsyartiya siyasî ya şewatê erê kir. Hikûmeta Yewnanistanê diyar kirin ku di şewatê de şopên sabotajê heye û lêpirsin da destpêkirin.