Li Yewnanistanê hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihişt 14’an

Ji ber lehiya ku li Teselya ya beşa navîn Yewnanistanê rabûyî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 14’an.

Li nêzî kasabaya Kardîtsayê ku xebatên rizgarkirinê bê navber lê dewam dikin, cenazeyên mêrek 65 salî û dayika wî ya 88 salî hat dîtin. Di bîlançoya berê de hatibû diyarkirin ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya tîmên rizgarker, ev tişt hat gotin: “5’ê Îlonê di navbera saet 07.00 û 10’ê Îlonê saet 07.00’an de bi giştî 4 hezar û 250 kes hatin rizgarkirin û hatin veguheztina cihekî bi ewle.”

Li gorî rayedarên parastina sivîl, hîna 5 kes winda ne.

Li du welatên cîranên Yewnanistanê, li Tirkiye û Bûlgaristanê di rojên dawî de ji ber baranên bi tund herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.