Li Yemenê qurbanê herî mezin ê şerê navxweyî zarok in

Hate ragihandin ku li Yemenê piraniya wan zarok 250 hezar mirov ji ber birçîbûnê di nava metirsiya mirinê de ne.

Şerê navbera koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî û Hûsiyên Şîa yên bi piştgiriya Îranê li Yemenê vediguhere felaketeke mezin a însanî. Der barê krîza însanî ya li Yemenê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) raporek amade kir û destnîşan kir ku mexdûrên herî mezin ên şer zarok in.

Di raporê de hate ragihandin ku 80 ji sedî yê nifûsa Yemenê pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye û piraniya wan zarok 250 hezar mirov ji ber birçîbûnê di nava metirsiya mirinê de ne. Di rapora WHO de hate ragihandin ku 360 hezar zarokên 5 salî bi giştî 2 milyon zarokên Yemenî nikarin bi têrkerî bên xwedîkirin.

Di destpêka Mijdarê de di navbera hikumeta Yemenê û Konseya Derbasbûnê ya Başûr de peymana aştiyê hatibû mohrkirin. Tê payin ku peymana li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hate mohrkirin dawî li têkoşîna ji bo desthilatdariyê ya li başûrê Yemenê bîne. Lê belê nearamiya li Yemenê hîn jî neqediya ye.

Şerê ku bû sedema mirina bi deh hezaran mirovî hîn jî bandoreke giran dike. Nêzî milyonek Yemenî bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariya însanî ve girêdayî dijîn.