'Li Yemenê, li girtîgehên veşartî sûcê şer tê kirin'

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê bi raporekê diyar kir li Yemenê, li girtîgehên veşartî yên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) êşkenceyên wiha têne kirin ku di nav çarçoweya sûcê şer de ne.

Rêxistina Efûyê bi sernavê ‘’Tenê Xwedê dizane bê ka dijîn yan najîn’ têkilî girtîgehên xef ên li Yemenê raporek weşand. Di raporê de hate gotin li girtîgehên xef ên başûrê Yemenê yên MYE’yê mafên mirovan bi rengê ku bibin sûcê şer têne kirin.

Rapor piştî agahiyên derbarê girtîgehên veşartî bi salekê hate weşandin. Rêxistinê got binpêkirinen mafên mirovan ên bi rengê ‘windakirina bi zorê’, ‘êşkence’ û tehdeyê têne kirin.

Rêxistina Efûyê DYA jî di nav de bang li hevkarên li qada ‘têkoşîna dijî terorê’ yên MYE’yê kir ku, li bara îdîayên êşkenceyê bibin xwedî helwest. Di raporê de hate xwestin ku lêpirsîna wê were kirin bê ka di girtinên Yemenê de personelên Amerîkî bi ristekê rabûne yan na, her wiha bang hate kirin ku agahiyên bi êşkenceyê hatine bidestxistin, neyên bikaranîn.

Di raporê de agahiyên xizmên girtiyan hate parvekirin. Van kesan gotin aqûbeta kesên winda nayê zanîn. Rêxistinê got, ‘’Xizmên windayan dema ku dipirsin bê ka xizmên wan li kû ne, dijîn yan na, an bersivekê nadin wan an jî wan çavtirsandî dikin.’’

Rêxistinê li ser 51 kesan ku di navbeyna Adara 2016’an û Gulana 2018’an de ji hêla MYE’yê û hikûmeta Yemenê ve hatine girtin lêkolîn kir. Di raporê de hate gotin ji van 19 kes hatine nebedîkirin. MYE qebûl nake ku li başûrê Yemenê girtîgehên wê yên veşartî hene.