Li Yemenê ji ber êrîşa bi balafirên şer 6 kes mirin
Balafirên şer ên Siûdî bombe li navçeyên Yemenê barandin.
Balafirên şer ên Siûdî bombe li navçeyên Yemenê barandin.
Koalîsyona Kendavê ku Erebîstana Siûdî pêşengiyê jê re dike, êrîşên xwe yên bi balafirên şer ên li dijî Yemenê didomîne.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Yemenê Sabayê, balafirên şer bombe li navçeya Nîhm a paytext Sanayê û li herêma Zabîd a Hûdaydah a li rojavayê Yemenê barandin. Ji ber bomberdûmanê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku di êrîşê de 4 kes jî birîndar bûne.