Li Yemenê drona Emerîkayê hate xistin

Hate ragihandin ku li Yemenê droneke leşkerî ya Emerîkayê hate xistin.

Du endamên rêveberiya Emerîkayê ku ji Reutersê re axivîn ragihandin ku balafira keşfê ya MQ-9 a artêşa DYE şeva Sêşemê li wîlayeta Dhamar a dikeve başur rojhilatê paytexta Yemen Sanayê hatiye xistin.

Berdevkekî milîsên Hûsî yên Yemenê ji televîzyona El Mesîre re axivî û diyar kir ku sîstema parastina hewayî balafireke keşfê ya Emerîkayê xistiye xwarê.

Lê berdevk bang li koalîsyona dibin pêşengiya Erebistana Siûdî kir ku beriya ku bikevin qada hewayî ya Yemenê “Bila hezar caran bifirkirin” kir.

Dîmenên xistina balafira keşfê di tevnên civakî de hate weşnadin.