Li Yemenê di encama êrîşan de 20 polîs mirin

Li Yemenê di encama êrîşên bombeyî yên dijî polîsan de 20 kes mirin.

Li bajarê Adenê yê Yemenê li dijî polîsên ku ji aliyê Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ve dihatin perwerdekirin êrîşek hate kirin. Di êrîşê de 20 kes mirin.

Êrîş bi wesayiteke bombebarkirî li dijî Biryargeha Leşkerî ya Şeyh Otman a li Adenê pêk hat ku hingî merasîma alê hebû. Midûrê nexweşxaneyekê ji AFP'ê re ragihand ku 3 polîs mirine û herî kêm 20 jî birîndar bûne.

Êrîşeke din jî li dijî leşkergeha El Jalayê pêk hat. Hûsiyan berpirsyariya êrîşê dan ser milê xwe. Hate ragihandin ku di êrîşa duyemîn de polîs jî di nav de 17 kes mirine. Hûsiyan ji qenala televîzyonê El Massirahê re ragihandin, ku wan di êrîşê de drone û fuze bi kar anîne. Hate ragihandin di êrîşê de polîsekî payebilind General Munir El-Yafyi miriye.