Li Yemenê bîlançoya bombardûmanê zêde dibe
Hat ragihandin ku li Yemenê di encama bomberdûmana balafirên di pêşengtiya Siûdî Erebîstan a girêdayî koalîsyoan Ereb de pêk anîbû, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li Yemenê di encama bomberdûmana balafirên di pêşengtiya Siûdî Erebîstan a girêdayî koalîsyoan Ereb de pêk anîbû, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li dijî çend cihên derdora paytext Sana ku dibin kontroka hêzên girêdayî serokkomarê berê Alî Abdûllah Saleh û milîsên Şîa Hûsî de bûn, hatine bomberdûmankirin. Hat îdîakirin ku di bombardûma li dijî otelêkî li taxa Arhab, hejmara miriyan di navbera 35 û 60 kesan de ye.
Li gorî agahiyên desteyên alîkariyê yên li herêmê kar dikin, di bombardûmanê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de gelek sivîlên ku ji ber şer ji cih û warê xwe koçber bûne jî hene.
Di daxuyaniya ji aliyê Xaçasor ve hatî kirin de, di êrîşa li ser taxa Arhab a dikeve bakurê paytext Sana de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji 35'î zêdetire.
Di êrîşa balafirên Siûdî tê sûcdarkirin de gelek kes birîndar bûne.