Li Yekîtiya Ewropayê zexta ji bo 'zêdekirina dersînorkirinê'

Ji bo mirovên bi rengekî neqanûnî hatine welatên Yekîtiya Ewropayê û serlêdana wan hatiye redkirin bi zû bên dersînorkirin zext zêde dibin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê yê ji Karên Yekîtiya Ewropayê Berpirsyar Clement Beaûne serdana Spanyayê kir ku mehên dawî di nava krîzeke giran a penaberiyê de ye. Beaûne îdîa kir ku li tevahiya yekîtiyê divê dersînorkirin bê zêdekirin.

Beaûne bal kişand ser pirsgirêka li Giravên Kanaryayê yên Spanyayê ku îsal bi giştî zêdeyî 18 hezar koçber hatine û diyar kir ku Spanya jî di nav de divê bi welatên din re 'çareseriyeke hevpar' peyda bikin. Beaûne ragihand ku ji bo alîkariya bi Spanyayê re 'mekanîzmaya piştevaniyê' ya heyî ya li nava Yekîtiya Ewropayê têrê nake û îdîa kir ku divê polîtîkaya 'vegerandinê' (dersînorkirin) a hevpar bixin meriyetê.

Rayedarê Fransayî her wiha pêşniyar dike ku li gel polîtîkaya dersînorkirinê her wiha sînorên derve yên yekîtiyê bên parastin û hevkariya polîsên welatên yekîtiyê bê zêdekirin.