Li YE’yê di sala 2022’an de nêzî milyonek kes daxwaza îltîcayê kirin

Yekîtiya Ewropayê ragihand ku di sala 2022’an de nêzî milyonek koçberan daxwaza îltîcayê kirine. Hat diyarkirin ku ji van sedî 71 mêr in.

Saziya Îlticayê ya Yekîtiya Ewropayê (ABÎK) diyar kir ku di sala 2022’an de 996 hezar daxwazên îltîcayê li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) hetine qeydê. Ji sala 2016’an ve asta herî zêde ye.

Ev daneyane 27 welatên Yekîtiya Ewropayê, Swîsre, Norveç, Îzlanda û Lîhtenştaynê digire nava xwe.

Yên daxwaza îltîcayê kirine, ji sedî 71 mêr in. Piraniya koçberan ji Sûriyeyê (138.000), ji Efganistanê (132.000), ji Tirkiyeyê (58.000), ji Venezûelayê (51.000) û ji Kolombiyayê (43.000) tên.

Di sala 2022’an de ji sedî 70’ê serlêdanan li 5 welatan zêde bû: Elmanya (244.000), Fransa (156.000), Spanya (118.000), Avûstûrya (109.000), Îtalya (84.000).

Daxwazên îltîcayê nêzî ji sedî 39 bersivek erênî girtin.

Her wiha li Yekîtiya Ewropayê 4 milyon Ûkraynayî hene ku ji şerê Rûsya yên li hemberî Ûkraynayê reviyane û ji statuyeke taybet a derbasdar sûd werdigirin.