Li Xezeyê pevçûn ji nû ve destpê kirin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê da xuyakirin ku sibeha roja Înê operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ji nû ve destpê kirin û nêzî 200 kuştî û 600 birîndar hene.

Piştî bidawîbûna agirbestê artêşa Îsraîlê di roja 2’yemîn de bê navber Şerîda Xezeyê bombebaran kir. Vê sibehê berdevkê artêşê Jonathan Conrîcus got, "Em niha li tevahiya Şerîda Xezeyê êrîşî hedefên leşkerî yên Hamasê dikin."

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya di bin kontrola Hamasê de ragihand ku ji roja Înê ve ku êrîşên Îsraîlê ji nû ve destpê kirin heta niha nêzî 200 kes mirine û 600 kes jî birîndar bûne.

Tevgera Filîstîn û Îsraîl bidawîbûna agirbesta ku rê li ber berdana 240 girtiyên Filîstînî, derbasbûna alîkariya mirovî û berdana 100 dîlgirtî pêk hatibû, hevdu sûcdar dikin.

Li gorî hikûmeta Hamasê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 15 hezar kes mirin e ku zêdeyî 6 hezar 150 zarok in. Dîrektora Giştî ya UNICEF'ê Catherîne Russell li New Yorkê di daxuyaniyek de got, "Eger tundî di vê astê û dijwariyê de dewam bike, wê her roj bi sedan zarokên din bên kuştin û birîndarkirin."

Li ser sînorê bakur ê Îsraîlê jî di navbera artêşa Îsraîlê û tevgera Hîzbûllah ên Libnanê ku hevalbendên Hamasê ne de pevçûn ji nû ve destpê kirin. Hîzbûllah ragihand ku di encama topbarana Îsraîlê ya li başûrê Libnanê de 2 endamên wê û sivîlek mirî ye. Her wiha êrîşên li dijî Îsraîlê jî girt ser xwe.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fîlîstînê WAFA'yê, hêzên Îsraîlê li herêmên cuda yên Şerîa Rojava ya dagirkirî ku Hamas jî destekê dide wan, operasyonên şevê kirin.

136 DÎLGIRTÎ HÊ JÎ DI DESTÊ HAMASÊ DE NE

Rayedarên Îsraîlê, ragihand ku ji dema destpêka şer û pevçûnan ve bi giştî 110 dîlgirtî di dema agirbestê de ku piranî ji jin, zarok û girtiyan pêk tê hatine berdan û 136 dîlgirtî hê di destê Hamas û komên girêdayî wê de ne.

Qeter a ku agirbestê ragihandibû bang li civaka navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê û got ku ji nû ve destpêkirina bombebaranan "karesata mirovî ya li Xezeyê xirabtir dike."

REWŞA TENDURISTIYÊ XIRAB DIBE

Li gorî NY'ê di rewşa heyî de herêma ku di bin dorpêça Îsraîlê de ye, ku ji nîvê zêdetir xaniyan zerar dîtine an jî hilweşiyane, ji ber şer 1,7 milyon mirov ji cih û warê xwe bûne, hewcedarî bi alîkariyek mezin heye. Rewşa tenduristiyê xirab dibe; Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku 111 hezar rewşên nexweşiyên akut ên hilmijê di nav penaberên ku li Xezeyê koçber bûne û 36 hezar bûyerên îshalê di zarokên ku temenê wan di bin 5 saliyê de ne derketine holê.