Li Xezeyê li taxekê di bin enqazê de nêzî 60 cenaze hatin dîtin

Li gorî Teşkîlata Parastina Sivîl a Fîlîstînê, li Suçiyye ya li herêma rojhilat a Xezeyê, piştî operasyona Îsraîlê di bin enqazê de nêzî 60 cenaze hatin dîtin.

Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku operasyona ku 27’ê Hezîranê li Suçaiyyeyê hatî destpêkirin, bi dawî bû. Ku di vê operasyonê de “8 tunel” hatin hilweşandin û “bi dehan kes” hatin kuştin. Xebatkarên rewşa lezgîn, niha li avahiyên hilweşiyayî li qurbanan digerin.

Berdevkê parastina sivîl ragihand ku “ji sedî 85 avahiyan zirareke cidî dîtine” û diyar kir ku heta niha nêzî 60 cenaze dîtine.

Artêşa Îsraîlê li navenda bajarê Xezeyê, “navenda Unrwa” operasyonên xwe didomîne. Îsraîl dibêje li vê navendê şervanên Hamasê hene. Li Başûrê bajêr jî şer û li rojava bomberdûman didomin.