Li Xezeyê hejmara miriyan bû 37 hezar û 347

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di şerê li Xezeyê de herî kêm 37 hezar û 347 kes di êrîşên Îsraîlê de mirin.

Li Xezeyê bîlançoya mirovî her roja ku derbas dibe, girantir dibe. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan gihişt 37 hezar û 347 kesan. Li gorî daxuyaniyê 10 ji van di êrîşên 24 saetên dawî de mirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji 7’ê Cotmehê dema ku şer destpê kirî û vir ve, li ser xaka Fîlîstînê 85 hezar û 372 kes birîndar bûne.

Li gorî NY’ê, ji sedî 75’ê nifûsa xwedî 2.4 milyonî, ji ber şer ji cihên xwe bûne. Li Xezeyê gefa hişkesaliyê jî heye. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li Xezeyê zêdeyî 8 hezar zarokên di bin temenê 8 saliyê de, ji ber têr tîmar nebûnê tedawî bûn.