Li Xezayê operasyona Îsraîlê: 6 kes mirin

Artêşa Îsraîlê êvara Yekşemê li Xezayê operasyonek kir û ji ber operasyonê şer derket. Di operasyonê de 6 kes mirin ku yek jê rayedarekî leşkerî yê Hamasê ye.

Çavkaniyên tenduristiyê yên Fîlîstînê ragihandin, şer li rojhilatê Xan Yûnisê qewimiye. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşre el Kûsra got, ji ber operasyona Îsraîlê 6 Fîlîstînî mirine. Hate ragihandin, yek ji kesên mirine rêveberekî baskê çekdarî yê Hamasê ye.

Berdevkekî Hamasê jî êrîşa Îsraîlê şermezar kir û got, "êrîşeke namerdî ye." Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li Şerîda Xezayê di dema operasyonê de şer derketiye.

Ji berdevkên artêşa Îsraîlê Jonathan Conrîcûs diyar kir, hemû şervanên Îsraîlî yên tevlî operasyonê bûne bêyî birîndar bibin vegeriyane.

Li Şerîda Xezayê ji 30'ê Adarê û vir ve dawiya her hefteyê li dijî dorpêçiya Îsraîlê çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Çalakger dixwazin, mirovên di dema damezrandina Îsraîlê ya sala 1948'an de reviyane yan jî ji ser xaka xwe hatine qewirandin, vegerin cih û warê xwe.

Çalakiyên protestoyî li ser sînor tên lidarxristin û heta niha bi dehan Fîlîstînî ji ber guleyên leşkerên Îsraîlê mirine. Bi çalakiyên protestoyî re êrîşên hewayî yên Îsraîlê, şer û roketên ji Fîlîstînê tên avêtin zêde bûn. Ji 30'ê Adarê û vir ve zêdeyî 210 Fîlîstînî mirin û li aliyê Îsraîlê jî leşkerek mir.