Li Xan Yûnisê di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 40 kes mirin

Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku li herêma alîkariya mirovî ya el Mevassî ya li Xan Yûnisê, di êrîşên Îsraîlê yên nîvê şevê de 40 kes hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûn.

Di roja 340'emîn a Şerê Xezeyê de êrîşên Îsraîlê dewam dikin. Li herêmeke alîkariya mirovî komkujiyeke nû hate kirin.

Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku li Xan Yûnsiê di êrîşê de 40 kes hatin kuştin, 60 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li El Mavasî konên mirovên ji cih û warê xwe bûbûn hene, di encama êrîşa li ser vê deverê de her wiha 15 kes jî winda bûn.

Rêxistina Parastina Sivîl ku ji xizmetên rewşa lezgîn ên li Şerîda Xezeyê Berpirsyar e, diyar kir ku ji ber êrîşan li herêma alîkariya mirovî kraterên mezin çêbûne.

ÎSRAÎLÊ KADROYÊN HAMASÊ KIR HINCET

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku piştî kadroyên Hamasê tespît kriin, wan êrîş birin ser herêmê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "(Artêşa Îsraîlê) li herêma alîkariya mirovî ya li Xan Yûnisê li navendeke fermandarî û kontrolê ya terorîstên Hamasê xist."

LI GORÎ HAMASÊ ŞERVANÊ WAN LI HERÊMÊ NEBÛ

Hamasê red kir ku şervanê wan li herêma alîkariya mirovî bû. Hamasê li ser Telegramê daxuyaniyek da û got, "Îdîayên dagirkeran ên ku dibêjin şervanên berxwedanê li herêmê bû, bi eşkere derew in."

Îsraîl bi rêk û pêk Hamasê sûcdar dike ku sivîlan weke mertal bi kar tîne, lê belê Hamas red dike.

ÎSRAÎLÊ FERMANA VALAKIRINA HIN HERÊMAN DA

Li aliyê din artêşa Îsraîlê roja Duşemê ferman da ku hin herêmên li bakurrojavayê Şerîda Xezeyê bêne valakirin. Di şer de ku nêzî saleke dewam dike, nêzî temamiya nifûsa Xezeyê herî kêm carekê ji cih û warê xwe bûye.

GÛTERRES: MIN TI CARÎ EWQASÎ MIRIN Û HILWEŞÎN NEDÎTIBÛ

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres ji Ajansa Associated Press (AP) re axivî û diyar kir ku 'mirin û hilweşîna' li Xezeyê, di nava 7 salên wezîfeya wî ya li Neteweyên Yekbûyî hilweşîna herî xerab e.

Antonîo Gûterres banga agirbestê kir û got, "Asta êşê ya ku me li Xezeyê dît, di dema wezîfeya min de nehatiye dîtin." Gûterres got, "Min qet ewqas mirin û hilweşîn nedîtibû."