Li Wenezûelayê êrîşên ser nûçegihanan zêde bûn

Li Wenezûelayê ku rageşiya di navbeyna Serokdewlet Madûro û muxalîfan de didome tê gotin êrîşa li ser nûçegihanan zêde dibe.

Li Wenezûelayê ji bo ''roja nûçegihanan'' sendîkaya bi navê SNTP'ê dane par vekirin û diyar kir îsal 244 car caran êrîş çûye ser nûçegihanan. Li gorî raporê ji 1'ê Çile û vir ve bi kêmanî êrîş çûye ser 223 nûçegihanan.

Di raporê de tê gotin eynî dema 2018'an 113 êrîş çûne ser nûçegihanan, 55 nûçegihan hatine destgîkirin an jî girtin. Hate diyarkirin ji van nûçeginan 22 jê ji bo organên medyayê yên biyan dixebitîn.

Li gorî rapora dawî ya RSF'ê (Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas) Wenezûela di nav 180 welatî de di rêza 148'an de cih digire. RSF'ê sûcdariyê tîne ser rêveberiya Madûrê û dibêje azadiya çapmeniyê sînordar dike.