Li Vîetnamê bîlançoya bagera Yagî giran dibe

Li gorî daxuyaniya hikumeta Vîetnamê ji ber lehî û hezazê ku di encama bagera Yagî de rû dan heta niha 197 kes mirine.

Li gorî bîlançoya fermî ya rayedarên Wezareta Çandiniyê, di hezaz û lehiyên ji ber bagerê de herî kêm 197 kesan jiyana xwe ji dest dan, 128 kes jî winda bûn.

Wezaretê diyar kir ku xisar li zêdeyî 250 hezar hektar qada çandiniyê bûye.

Li gorî pisporên meteorolojiyê, Yagî bû bagera herî xurt a ku 30 salên dawî bandor li bakurê Vîetnamê kiriye.

Ji ber bagera ku hêza wê saetê gihîşt 149 kîlometreyî, pir hilweşiyan, banê avahiyan xera bûn û xisar li febrîqeyan bû.

Ji ber bagerê lehiyên mezin li bakurê welêt rabû. Gelek gund di nava avê de man û bi hezaran mirov hatin veguhestin.

Li herêmeke li quntarê paytext Hanoiyê lehiyê bandor li zêdeyî 15 hezar kesî kir.