Li Venezûela: Du lîderên muxalîf hatin girtin
Li Venezûelaya ku aloziyên di navbera desthilata sosyalîst û muxalifên rastgirt de derketine dewam dikin, du lîderên muxalîf ên ji beriya niha di hebsa malê debûn, hatin girtin.
Li Venezûelaya ku aloziyên di navbera desthilata sosyalîst û muxalifên rastgirt de derketine dewam dikin, du lîderên muxalîf ên ji beriya niha di hebsa malê debûn, hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Dadgeha Bilind a Venezûelayê ve hate dayîn, hat diyarkirin ku Leopoldo Lopez û Antonîo Ledezma yên ku plandikirin ji welat birevin hatine girtine.
Di daxuyaniya ku têde hate diyarkirin ku Lopez û Ledezma yên ku plan dikirin birevin, ev agahî ji aliyê servîsên sîxûriyê ve hatiye girtin. Dîsa di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku du lîderên muxalîf destûra pêşbîniyê ya hebsa malê ya ‘tevlî siyasetê nebûn’ binpê kirine.
Leopoldo Lopez, ji beriya niha bi sûcê nelirêtiyê ceza girtiye, di sala 2014’an de bi hinceta organîzekirina xwepêşandana ku têde 43 kesan jiyana xwe ji dest dabû, bi cezayê 14 salan hatibû mehkûmkirin.
Antonîo Ledezma yê ku erka serokê şaredariya paytext Caracasê birêve dibir, di derbarê wî de nelirêtî û avakirina rêxistina sûc avakirinê dihat sûcdarkirin.
Lopez û Ledezma ji Nîsan 2015’an û vir ve li hebsa malê dihatin ragirtin.