Li Venezûelayê xwepêşandana sutemeniyê: kesek mir

Di çalakiye li bajarekî dikeve rojhilatê Venezûelayê de ji ber nebûna sutemeniyê xwepêşandaneke protestoyî hate lidarxitin. Di xwepêşandanê de kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Mala Çavdêriyê ya Xebatên Civakî ya Venezûelayê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku kesekî 47 salî di xwepêşandana protestoyî ya li Aragûea de Barcelonayê hatiye kuştin.

Dozger Tarik Wîllîam Saab jî ragihand ku di şerê navbera endamên muhafiza netewî û sivîlan de derket kesek miriye, kesek jî birîndar bûye piştrast kir.

Dozger anî ziman ku piştî şer 4 jê leşker bi giştî 6 kes hatine destgîrkirin.

Li gorî çapemeniya xwecihî kesên ku 17 roj in ji bo girtina sutemeniyê li rêzê bûn, ji ber wesayîtên ku bi pêxistina lampeya kesk a ji leşkeran girtin û ketin pêşiya rêzê, hêrs bûne û şer qewimiye.

Di xwepêşandanên protestoyî yên meheke li Venezuelayê dom dike de heta niha 2 kes mirine. 17’ê Tîrmehê kesekî 18 salî li rojhilatê welat giran birîndar bûbû û piştre jî miribû.