Li Venezûelayê mûxalefeta rastgir xwe ji hilbijartinê vekişand

Li Venezûelayê, mûxalefeta rastgir ku piraniya wekîlên parlamentê jê ne, diyar kir ku xwe ji hilbijartinên giştî yên dawiya salê vekişandiye.

Nûnerên 11 rêxistiniyên siyasî ku çar jê partiyên mûxalefetê yên bingehîn in, daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Partiyên demokratîk ên Venezûelayê, wê bi ti awayî bi lîstika hilbijartinê nelîzin ku dîktator ji bo berjewendiyên xwe xistiye meriyetê. Wê ti carî nas nekin."

Pêkhateyên siyasî îdîa kirin ku Serokdewletê heyî Nîcolas Madûro bi "îdîaya dîktatoriyê" dixwaze Meclîsa Neteweyî nû bike û ev pêvajo wê "krîza siyasî ya heyî girantir bike."

Dadgeha Edaletê ya Bilind roja Înê navên nû li Desteya Hilbijartinê ya Neteweyî wezîfedar kiribû. Ev sazî ji bo diyarkirina dema hilbijartinê wezîfedar e. Hîn demek nehatibe diyarkirin jî tê payin ku hilbijartin di nava vê salê de pêk were.

Dadgerekî ku Kanadayê pêkanîn lê ferz kiriye ji bo vê saziyê hate wezîfedarkirin.

Madûro têkildarî tayinkirinê roja Şemiyê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Dema wê hatiye."

Lîderê mûxalefeta rastgir Jûan Gûaîdo ku DYE jî di nav de ji aliyê 50 welatan ve tê naskirin li ser Twîtterê got, "Ji her demê bêhtir divê em bi xurtî têbikoşin û bibin yek."

Mûxalefetê di hilbijartinên Kanûna 2015'an de 112 kursiyên ji 167 kursiyên li parlamentê bi dest xistibû. Ev mûxalefet Madûro sûcdar dike ku di hilbijartinên 2018'an de bi hîleyê cara duyemîn bûye desthilatdar.