Li Venezûelayê di hilbijartinê de Partiya Sosyalîst bi ser ket

Li Venezûelayê duh hilbijartina Şaredariyê hatiye kirin. Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya li ser desthilatdariyê ye, di hilbijartinê de bi ser ket.

Ji bo hilbijartina 335 serokên şaredariyan, duh 47 ji sedî yên hilbijêran dengê xwe dan.

Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro ragihand, 300 ji 335 serokatiya şaredariyan, ketin destê namzetên alîgirê hikumetê. Sê partiyên mûxalefetê jî hilbijartin boykot kirin.

Madûro got, "Her partiya ku tevlî hilbijartina îro nebû û boykot kir, wê nema karibe tevlî hilbijartinekê bibe! Wê ji nexşeya siyasî biçin!" û wiha dewam kir, "Di sedema dengnedanê nîne." Madûro diyar kir ku ew fêhm nake bê çima lîderên siyasî xwe vedikişînin û got, "Eger hilbijartinê naxwazin, wê çaxê çi dixwazin? Alternatîfa hilbijartin çi ye? Çek e? Şer e?"

Di vê navberê de Madûro ragihand ku li 3 ji 4 partiyên hilbijartina duh boykot kirin, hatiye qedexekirin ku tevlî hilbijartina serokatiyê ya sala 2018'an bibin. Madûro diyar kir ku tenê partiyên tevlî hilbijartina duh bûne wê karibin ji bo hilbijartina serokatiyê ya sala bê namzetan nîşan bidin. Madûro destnîşan kir ku sîstema hilbijartinê ya li welêt ji her alî ve ewle ye.