Li Venezûelayê bûyerên lînc û kuştinê gelekî zêde bûn
Li Venezûelayê ku krîza aboriyê lê giran dibe, piştî ku çalakiyên şîdetê zêde bûn, bûyerên lîncê jî gelekî zêde bûn.
Li Venezûelayê ku krîza aboriyê lê giran dibe, piştî ku çalakiyên şîdetê zêde bûn, bûyerên lîncê jî gelekî zêde bûn.
Li gorî daneyên ji aliyê Saziya Çavdêriyê ya Şîdetê li Venezûelayê (OVV), di nava vê salê de 28 hezar û 749 kes hatin kuştin. Li gorî OVV, Venezûela piştî Salvadorê, li gorî nifûsa xwe welatê duyemîn ê cîhanê ye ku herî zêde cînayet lê rû didin. Li Salvadorê serê her 100 hezar kesî 116 kes tên kuştin. Li Venezûelayê ev rêje ji 100 hezarî 91,8 e.
OVV ragihand, hejmara mirovên di nava vê salê de bi lîncê hatine kuştin jî 126 e. Li gorî heman daneyan, par 20 kes bi lîncê hatibûn kuştin.
Piştî ku Hûgo Chavez di sala 1998'an de hat ser desthilatdariyê, xizanî kêm bû, lê dis alên dawî de sûcên krîmînal zêde bûn. Ji ber kêmbûna buhayê petrolê, ku petrol çavkaniya herî girîng a vî welatî ye, krîza aboriyê ya li Venezûelayê giran dibe.