Li Venezûelayê bi 900 hezar kesî wê tetbîqat bê kirin
Li Venezûelayê, ku rêveberiya DYA têkildarî wê gotibû 'destwerdana leşkerî' jî tê ceribandin, bi armanca parastinê wê tetbîqateke leşkerî ya gelekî mezin bê kirin.
Li Venezûelayê, ku rêveberiya DYA têkildarî wê gotibû 'destwerdana leşkerî' jî tê ceribandin, bi armanca parastinê wê tetbîqateke leşkerî ya gelekî mezin bê kirin.
Ji Fermndariya Operaysona Stratejîk Remîgîo Ceballos bi navê artêşê axivî û diyar kir, bi qasî 200 hezar leşker û 700 hezar hêzên milîs wê tevlî operasyonê bibiin. Ceballos ragihand, tetbîqateke ewçend mezin wê nîşan bide ku artêş ji her demê bêhtir yek e û hevgirtî ye.
Ceballos anî ziman, bi saya tetbîqata leşkerî wê yekîneyên artêşê wê bikevin nava alarmeke nû û pozîsyona pozîsyona şerê parastinê.
Tetbîqat wê bi navê "Serweriya Bolîvaryen 2017" pêk were.
Li Venezûelayê, mûxalîfên rastgir ên pişta xwe dane cîhana rojava, ji bo îstifakirina Serokkomarê sosyalîst Nîcolas Madûro xwepêşandan kirin û di van çalakiyan de ji meha Nîsane û vir ve herî kêm 125 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li parlamentê hejmara endmên partiyên rastgir zêde û serdest e. Madûro bi avakirina Meclîsa Damezrîner re gelek erk radestî vê saziya nû kir.