Li Varşovayê nîv milyon kesî hikumeta PîS şermezar kirin

Li paytexta Polonya Varşovayê, nîv milyon kes li dijî hikumeta populîst neteweperest daketin qadan.

Ji her aliyên Polonyayê bi sed hezaran kes roja Yekşemê li Varşovayê li hev kom bûn û hikumeta "Hiqûq û Edalet" (PîS) şermezar kirin.

Di çalakiyê de alên Polonya û Yekîtiya Ewropayê hatin hildan. Çalakî bi banga Serokê Platforma Welatiyan a partiya li muxalefeta navendî û serokê berê yê Konseya Ewropayê Donald Tûsk hate kirin. Di çalakiyê de "Bihabûna li jiyanê, sextekarî û derew" hatin şermezarkirin û ji bo "demokrasî, hilbijartinên azad û Yekîtiya Ewropayê" dirûşm hatin qîrîn.

Lîderên partiyên din ên muxalefetê jî kirin ku hilbijêrên wan tevlî çalakiyê bibin.

Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Êdî bes e", "Em Polonyayeke otorîter naxwazin" PîS tê wateya bihabûna jiyanê" hildan.

PîS nêzî saleke li ser desthilatdariyê ye. Payîzê wê hilbijartinên giştî bê kirin.