Li Tûnûsê trajediya penaberan: Herî kêm 48 kes mirin

Keştiyeke ku ji Tûnûsê ber bi Îtalyayê ve diçû û tê de penaberên ciwan hebû, di behrê de noqî avê bû û herî kêm 48 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku keştiya ji Tûnûsê ber bi Îtalyayê ve diçû ku berê wê li Girava Lampedûsayê bû, di 2’ê Hezîranê de li derdora Sfaxê noqî avê bûye.

Hate ragihandin ku li Sfaxê hêzên rizgarkirinê 48 termê penaberan deranîne û 68 kes jî rizgar kirine. Ji kesên hatî rizgarkirin 60 kes Tûnûsî, 8 kes jî biyanî ne.

Komên lêgerîna lezgîn ên deryayî bi keştiyan tevlî lêgerînê bûn. Rayedar dibêjin dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn zêdetir bibe û ji 100 kesî bibore. Li gorê çavdêran dema keştî derketî rê nêzî 200 kes tê de hebûne. Tê gotin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, piranî kesên xizan ên ji Tûnûsê ne.

Li gorî daneyên fermî, di sala 2017’an de 6.150 Tûnûsî gihane peravê Îtalyayê. Li gorî sala 2016’an rêjeya kesên ji Tûnûsê koçber bûyî 7.5 katan zêde bûye.

Piştî şoreşa Tûnûsê ku di sala 2011’an de pêk hatibû, heyama ku hejmara penaberan derketî asta herî jor tê jiyîn. Ji destpêka sala 2008’an û heta niha piştî penaberên Erîtreyê, hejmara wan di rêza duyemîn de ye. Di sala 2017’an de di rêza heştemîn de bû.