Li Tûnisê keştî noqî binê avê bû: Zêdeyî 80 koçber winda ne

Hate ragihandin ku ji keştiya di navbera Tûnis û Lîbyayê de noqî binê avê bû, zêdeyî 80 koçber winda bûne.

Tenê sê kes ji keştiyê rizgar bûn. Koçberê bi navê Suleyman Kulîbalî yê ji Malî ji AFP'ê re axivî û diyar kir, wan du rojan xwe bi parçeyên mayî yên keştiyê girtine û bi vî rengî rizgar bûne.

Kulîbalî got, "Em nêzî 80 kes bûn" û anî ziman, koçber ji Gîne, Peravên Diranên Fîlan, Malî û Bûrkîna Faso bûn. Koçberê ciwan got, "Çar jin hebûn ku yek jê ducanî bû, yek jê pitika wê bi wê re bû, hemû di nava avê de man."

Li gorî berpirsyarê ewlekariya peravê yê Tûnisî, keştî tevî 86 kesan ji bajarê Zuara yê ku bi 120 kîlometreyan li rojavayê Trablûsê ye bi rê ket.

Berdevkê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî Flavio Di Giacomo bi rêya Twitterê Pêncşemê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew bi fikar in ku 80 kes miribin.

Wezîfedarê taybet ê Derya Spî ya Navîn ê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Vincent Cochetel jî got, "Statuko nabe ku bê domandin" û xwest, ji bo mirovên ku jiyana wan di metirsiyê de ne alternatîf bên pêşkêşkirin.