Li Tûnisê du çalakiyên xwekujiyê: 9 kes birîndar bûn

Li paytexta Tûnisê, Tûnisê du çalakiyên xwekuj rû dan. Li gorî agahiyên pêşî bi kêmanî 9 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku polîsa dane êrîşa pêşî li navenda paytextê bi wesayiteke bombebarkirî pêk hat.

Wezareta Karê Navxwe, ragihand di êrîşa xwekuj de 3 sivîl û 2 polîs birînar bûne.

Êrîşa duyan jî li nêzî qereqola polîsan çêbû. Wezaretê diyar kir di vê êrîşê de 4 kes birîndar bûne.

Berevaniya sivîlan û polîsan, li kolana Burkîba, ku Wezareta Navxwe lê ye, tevdîr jidandin.

Piştî teqînan mirovên li derdorên li dijî hikûmetê helwesta xwe nîşan dan. Gelek kargeh û saziyên rêveberî deriyên xwe girtin. Polîs kete alarmê û ji mirovan xwest ku dûr bisekinin.

Hê kesî ev êrîş li xwe negirtiye.

Cotmeha par jî jinekê li ser eynî kolanê bombeyên xwe li ser teqandibû û bi kêmanî 20 kes birîndar bûbûn.