Li Tûnisê 778 kes hatin binçavkirin

Li Tûnisê çalakiyên li dijî bêdadmendiya civakî ku ji serê salê ve dest pe kiribûn, didomin. Her roj di çalakiyan de gelek kes têne binçavkirin.

Berdevka Wezareta Karê Hundir Halîfa Chîbanî di daxuyaniyekê, ku dabû Mozaîk FM’ê  ragihand ku 778 kes hatin e binçavkirin.

Çalakiyên protestoyê ji serê salê ve didome. Kampanyaya bi navê ‘Hûn li benda çi ne’ li dijî zemên bi sala nû re banga derketina kolanan kirîbû.

Wezareta Karê Hindir ragihand ku li gelek bajaran bûyerên tundî, dizî û talanê qewîmin û ev jî bû hinceta binçavkirinan.Şevê din li bajarê Sîlîana yê ku dikeve bakure rojhilat bi dehan ciwan li dijî polîsên ku mûdaxeleya bi gazê kirin, bi keviran bersiv dan. Li bajarê Kasrîn, Tahala û Sidî Bûzîd şevekî asayî derbas bû.

Di çalakiyên şeva Duşemê de çalakgerek jiyana xwe ji dest dabû.Çalakî di dema 7’emîn salvegera şoreşa Tûnisê de têne kirin. Çalakiyên ku di dawiya sala 2010’an  destpêkirin bi rûxandina rejîma Zeynel Abîdin Bîn Alî ya 14’ê Çileya 2011’an de bi dawî bû. Ev raperîn destpêka wê pêvajoyê bû ku navê ‘Bihara Ereban’ lê hatibû kirin.