Li Tokyoyê êrîşa bi kêrê: 3 kes mirin, 16 zarok birîndar bûn

Li paytexta Japonya Tokyoyê, ji ber êrîşeke bi kêrê herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn.

Êrîş roja Sêşemê li banliyoya Kawasaki rû da ku li başûrê Tokyoyê ye. Êrîşkar destpêkê zarokekî 12 salî û kesekî 39 salî kuşt piştre jî kêr li xwe xist. Hate ragihandin ku êrîşkar jî miriye. Ji ber êrîşê 16 zarokên diçûn dersên xwe birîndar bûn.

Qenala televîzyonê NHK'ê ragihand, gumanbarê 50 salî bavê zarokekî li cihê bûyerê bû.

Li gorî agahiyên destpêkê, êrîş li parkekê rû da. Şahidekî din jî diyar kir, êrîş li devereke nêzî rawestgeheke otobusê rû daye.