Li Tel Avîvê êrîşa bi wesayîtê: 7 kes birîndar bûn
Di dema ku artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava operasyoneke berfireh dimeşand, li Tel Avîvê kesekî pêşî bi wesayîta xwe û paşê jî bi amûra birînê sivîl kirin hedef û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Di dema ku artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava operasyoneke berfireh dimeşand, li Tel Avîvê kesekî pêşî bi wesayîta xwe û paşê jî bi amûra birînê sivîl kirin hedef û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Polîsan ragihandin ku wan li Tel Avîvê agahiya li ser "wesayîtek êrîşî hejmareke sivîlan kirî" girtine û gotin ku wan "êrîşkar bêbandor kirine."
Polêsan wiha got: "Gumanbar bi wesayîtek ji başûr ber bi bakûr ve diçû, li kolana bazirganiyê ajotiye ser sivîlan û piştre ji wesayîta xwe peya bûye û bi amûra birînê êrîşê sivîlan kiriye.”
Polîsên Tel Avîvê diyar kirin ku di êrîşê de bi giştî 7 kes birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran giran e.
Ev bûyer di dema ku artêşa Îsraîlê li bajarê Cenîn û kampa Cenîn a li bakurê Şerîa ya Rojava ya dagirkirî operasyonek mezin pêk dianî, pêk hat. Di êrîşên Îsraîlê de heta niha 10 Filistînî mirin.