Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Cizîrê û bajarokê Dergûlê ya Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin.
Li navçeya Cizîrê û bajarokê Dergûlê ya Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin.
Di serê sibehê de li navçeya Cizîrê û bajarokê Dêrgûlê yên Şirnexê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Mehmet Atabey, Metîn Mendez, Ahmet Kaygusuz û Hamît Ayan hatin binçavkirin.
Sedemê binçavkirina wan nehat zanîn.