Li Tehranê ji bo 150 leşkeran merasîmeke mezin pêk hat

Piştî ku cenazeyên leşkerên di dema şerê Îran-Iraqê de hatin kuştin hatin dîtin, li Tehranê merasîmeke mezin pêk hat.

Cenazeyên 150 leşkeran beriya demeke kurt li goreke komî ya li Iraqê hatibûn dîtin.

Her du welat niha xwedî têkiliyeke baş in û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li heman eniyê ne.

Lê belê cenazeyên hatin dîtin birînên berê vekirin. Li Tehranê merasîmeke girseyî ya mezin pêk hat.

Leşkerên cenazeyên wan di gora komî de hatin dîtin, bi unîformayên xwe ji pişt ve destgirêdayî û bêyî ku birînek li ser laşê wan hebe hatin dîtin. Li gorî rayedarên Îranê bi saxî hatin veşartin.

Şerê navbera Îran û Iraqê di navbera salên 1980 û 1988'an de qewimî. Tê texmînkirin ku ji 680 hezar heta milyonek û 200 hezar kesî di şer de mirine.