Li Tehranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê hate kuştin

Li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeheke rejîma Tehranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê hate kuştin.

Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, 22'ê Îlonê li Girtîgeha Feşfuye ya Tehranê ciwan Emîr Hisên Hatemî yê 23 salî yê ji herêma Sîrwanê ya bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyê hate kuştin.

Xizmên ciwanê hate qetilkirin doh li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiyan û ji rayedarên rejîmê xwestin ku têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin.

Yek ji xizmên Emîr Hisên li ser mijarê ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re axivî û diyar kir ku Emîr Hisên beriya 10 rojan ji bo wergirtina wesayita bavê xwe çûye navendeke polîsan a li Tehranê, lê belê ji ber cezayê ku di dosyayeke berê de lê hatiye birîn hate girtin û ew şandin Girtîgeha Feşfuyeyê.

Hate ragihandin ku Emîr Hisên herî dawî 21'ê Îlonê bi rêya telefonê bi avê xwe re axivî û jê re got ku li girtîgehê êşkenceyeke giran lê hatiye kirin û wê wî bibin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku malbat piştre çûye nexweşxaneyê ji bo Emîr Hisên bibîne, lê belê destûr ji wan re nehatiye dayin û piştî rojekê jî agahiya mirina Emîr Hisên dane wan.

Malbata Emîr Hisên piştî ku li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiya, cenaze teslîmî wan kirin û ji bo veşartinê cenaze birin gundê Lerênî yê Sîrwanê.