Li Taylandê zarokên di şikeftê de asê mabûn tên rizgarkirin

Li Taylandê operasyona rizgarkirina 12 zarok û antrenorekî futbolê ku ev 15 rojin di şikeftekê de asê mabûn, dest pê kir. Di qonaxa yekem de 2 zarok hatin rizgarkirin.

12 zarokên Taylandî yên ji 11 heta 16 salî û antrenorê wan, roja 23'ê Hezîranê piştî antremana sporê ketibûn hundirê şikefta Tham Lûang a li ser sînorê Myanmar û Laosê. Lê belê ji ber barana dijwar a mûsonê, zarok li hundirê şikeftê asê man.

Operasyona rizgarkirina zarokan îro dest pê kir. Heta niha 2 zarok bi saxî ji şikeftê hatin derxsitin û tê payîn ku xebatên rizgarkirinê 2-3 rojan dom bike.

Li herêmê ji ber barana zêde xebatên rizgarkirinê bi baldariyeke mezin tê birêvbirin û ji bo ku zarok zirar nebînin xebat tê kirin.

Têkildarî xebatên rizgarkirinê Berpirsê Hucreya Krîzê Narongsak Ossottanakorn agahî da û got tê payîn ku xebatên rizgarkirinê di nava 2-3 rojan de bi dawî bibe û zarok yek bi yek ku li gel wan 2 erkdar ji şikeftê werin derxistin.

Ossottanakorn diyar kir ku erkdarên tendurisitiyê çend roj in amadene û bi zarokan re kar dikin.

Rayedarên Taylandê hedef dikin ku berî barana zêde li herêmê dest pê bike zarokên ku ev 15 roj in di şikeftê de asê mayîn, rizgar bikin.